Nêçîrvan Barzanî gihişt Bakuyê

Duh li 06:08
RÛDAW
Nîşan COP29 Baku Guherîna Avhewayê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Azerbeycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî COP29ê bibe gihişt Bakuye paytexta Azerbeycanê.

Nêçîrvan Barzanî dê li gel serok û serokwezîr û serkirdeyên cîhan û Rojhilata Navîn tevlî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bibe.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev çûye Bakuyê.

Dilşad Şehab eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî dê tevî serok serokwezîrên welatan beşdarî merasîma vekirina konferansê bibe û li ser pirsgirêkên jîngehê û pirsgirêk û encamên guherîna avhewayê gotûbêjan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî li ser konferansê wiha got: “Em pêbendbûna xwe ya bi Kurdistaneke kesktir û paqijtir ducare dikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser konferansê wiha got:

“Li gorî nêrîna Serokê Herêma Kurdistanê jîngeh, av û hewa yek ji mijarên sereke yên siyaseta Herêma Kurdistanê ne.”

COP29 dê sibe dest pê dike û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Tê pêşbînkirin ku Nêçîrvan Barzanî heta 15ê mehê li konferansê be.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnî lihevkirinek pêk were.

Nêçîrvan Barzanî sala 2023yan tevlî COP28ê jî bûbû.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan 30ê Çiriya Paşîn çûbû Dubaiyê û tevlî konferansê bû.

Barzanî li ser konferansê wiha gotibû: "Ez kêfxweş im ku ji bo merasîma vekirina COP28ê li Dubaiyê me.

Hewldan û hevkariya yekgirtî ya cîhanê ji bo parastina gerdûna me gelekî girîng e."

Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya lûtkeya COP29ê de bi serok, serokwezîr û serkirdeyên gelek welatên cihan û Rojhilata Navîn re civînên dualî jî pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst