Li Meletiyê 2 karker mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê 2 karker mirin.
Bûyerê li navçeya Çermiktiyê rû da.
Li gorî agahiyan, skeleya ku ji bo nûkirina avahiyeke 11 teqebî hatibû danîn ji ber sedemeke nediyar ket.
Dema ku skele ket karkerên bi navên Mucahît Dulek (30) û Salîh Celayîr (29) pê re ketin xwarê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du jî li cihê bûyerê mirine.
Tîman cenazeyên Mucahît û Salîh birin morga Saziya Tiba Dadî ya Meletiyê.