RAPIRSÎ - Xelkê Bakurê Kurdistanê perwerdeya bi Kurdî dixwaze
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê Ji sedî 86ê xelkê Bakurê Kurdistanê daxwaza perwerdeya Kurdî dike.
Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê derbarê helwêsta li ser zimanê Kurdî û nasnameyê de li Bakurê Kurdistanê rapirsiyek pêk anî.
Rapirsî li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar 443 kesan re hatiye kirin.
Parêzgehên ku rapirsî lê hatiye kirin ev in:
Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdir.
Li gorî rapirsiyê nexşeya etnîkî ya van her 15 parêzgehan wiha ye:
Ji sedî 85,2 Kurd, ji sedî 9 Tirk, ji sedî 4,3 Ereb, ji sedî 0,2 Ermen û ji sedî ji sedî 0,2 jî Suryan in.
Bikaranîna zimanan jî bi vî awayî ye:
Ji sedî 60,8 Kurdî, ji sedî 26,2 Tirkî, ji sedî 9 Kurdî-Tirkî, ji sedî 0,9 Azerî û yên mayî jî di nav malên xwe de bi zimanên Suryanî û Ermenkî diaxivin.
Di rapirsiyê de bi awayekî balkêş ji ji sedî 86,7ê niştecihiyên Bakurê Kurdistanê ji bo zarokên xwe perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin.
Ji sedî 9ê beşdaran gotiye jixwe perwerdeya zarokên wan bi zimanê dayikê ye û yên mayî jî bersiva “na” ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daye.
Rêveberê Giştî yê Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê Sabrî Kiliç derbarê vê lêkolîna wan a meydanî de ji Rûdawê re axivî.
“Gel dixwaze statuyeke zimanê Kurdî hebe”
Sabrî Kiliç got,“Destpêkê gel dixwaze zimanê Kurdî di perwerdeyê de bibîne û ev perwerde perwerdeyeke fermî be.
Wekî din jî dixwazin statûyeke yasayî bo zimanê Kurdî hebe.
Herwiha dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
Dema em li rêjeyan dinêrin ji sedî 28,4 dixwazin perwerde bi zimanê Kurdî be.
Ji sedî 26,9 jî dixwazin statuyeke zimanê Kurdî hebe.
Ji sedî 21,44 jî dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”
Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî Barij Celalî ji Rûdawê re ragihand ku cihê anîna daxwazên li ser zimanê dayikê û bicîhanîna wan Parlamentoya Tirkiyê ye.
“Divê siyasetmedarên Kurd daxwaza gel li ber çavan bigirin”
Herwiha Celalî bangî siyasetmedarên Kurd kir ku di vê mijarê de zêdetir berpirsyariyê wergirin û wiha pê de çû:
“Li gor encamên rapirsiyê miletê Kurd bi asteke gelekî bilind, daxwaza mafê xwe yê zimanê dayikê dike.
Ango daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî û daxwaza fermiyeta zimanê Kurdî dike.
Ji ber vê yekê divê siyasetmedarên Kurd û siyaseta Kurd a Bakur vê daxwaza gel li ber çav bigirin.
Û girîngiyê bidin wan daxwazan û li parlamentoyê û hemû sazî û qadên navdewletî van daxwazan bînin ziman.
Divê ji bo bicîhanîna perwerdeya zimanê Kurdî û fermiyeta zimanê Kurdî zêdetir xebatê bikin û siyaseta xwe revîze bikin da ku ev daxwazên gel bicîh bên.
Eger van daxwazan li ber çav negirin ez bawer im siyaseta Kurd dê xwîneke zêde ji dest bide.”
“Her miletek bi zimanê xwe milet e”
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sînan Çîftyurek jî bi rêya Rûdawê tekez dike ku ew dê ji niha û şûnde daxwazên li ser zimanê Kurdî bi dengekî bilindtir li parlamentoyê bînin ziman.
Sînan Çîftyurek got, “Daxwaza ji sedî 80ê heta 85ê gelê me ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Gelê me daxwaza zimanê xwe dike. Eger gelê me daxwaza zimanê xwe nekiriba em dê şaş bimana.
Belê em baş dizanin ku her miletek bi zimanê xwe milet e û bê ziman qet milet nabe.
Îro ev sed sal in bişaftin û asîmîlasyoneke mezin li ser gelê me tê meşandin û vê dema paşiyê zêdetir bûye.
Em dê xwedî li zimanê xwe derkevin û li meclîsê herî zêde em dê daxwazên gelê xwe yên li ser zimanê Kurdî bînin ziman.”
Komara Tirkiyê îsal ket sedsala xwe ya duyem lê zêdetirî 20 milyon Kurdên Bakurê Kurdistanê ji destpêka damezirandina komarê ve ji perwerdeya zimanê dayikê bêpar in.
Zimanê Tirkî jî take zimanê perwerdê ye û ji bilî vekirina beşên Kurdî li çend zanîngehên Bakurê Kurdistanê û çend dersên bijarte, zimanê Kurdî heta niha jî li Tirkiyeyê bê statu ye.