Hevserokê şaxa Bongilanê ya HEDEPê hat girtin

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bongilan HEDEP Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 18 kesên ku li parêzgeha Çewlîgê hatibûn desteserkirin, Hevserokê Rêxistina Bongilanê ya HEDEPê jî di nav de 5 kes bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê rojên 6-7ê Çiriya Paşînê polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girtibû.

Di wan serdegirtinan de 18 kes hatibûn desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, piştî karûbarê îfadeyê yê li Rêveberiya Ewlehiyê 11 kes ji wan hatin berdan.

Hevserokê Rêxistina Bongilanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ubeyîd Ozer, Mazlum Serinyel, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan û Alaatin Narinç jî di nav de 7 kes ji Dadgeha Çewlîgê re hatin şandin.

Her 7 kes ku bi “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” dihatin tohmetbarkirin, piştî li dozgeriyê îfadeya wan hat wergirtin, bi daxwaza girtinê ji Dadgeriya Nobedar a Silh û Cezayê re hatin şandin.

Li dadgeriyê piştî îfadeyan, Hevserokê Rêxistina Bongilanê ya HEDEPê Ubeyîd Ozer, Mazlum Serinyel, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan û Alaatin Narinç bi heman îdiayan hatin girtin û 2 kes jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst