Cihên bilind ên Erdexanê bi berfê spî bûn

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Erdexan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berf bariya û cihên bilind bi rengê spî xemilîn.

Li cihên bilind ên Erdexan-Şavşatê ku bajêr bi Herêma Derya Reş ve girê dide û ser rêya Badela-Duxur-Demalê berf bariya û her der bi rengê spî xemilî.

Tîmên pêwendîdar ji bo rêgiriya bûyerên trafîkê dest bi pakkirina rêyan kir.

Şofêrê barhilgirekê Selman Alma yê ku rêya Badela-Duxur û Demalê bi kar tîne diyar kir ku barîna berfê ji bo wan surprîz bû û got:

“Ez ji Azerbeycanê têm. Dema me dît berf dibare, em rawestiyan û me xwest em wêneyan bigirin. Dîmen xweşik e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst