PWKyê piştgirî da mamosteya Kurdî

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştigrî da mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê û got: “Ew kesên ku tehamila wan ji zimanê Kurdî re nîne hêza xwe ji siyaseta dewleta Tirkiyeyê distînin.”

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin ji ber vîdyoya ku navê bajaran bi Kurdî hînî xwendekaran dike li ser medyaya civakî wekî armanc hatibû nîşandan.

Piştî wê yekê Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê piştgirî xwestibû.

Pêştir jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya  Doza Azad (HUDA PAR) piştgirî dabûn mamostaya Kurdî Mizgîn Yalçinê.

PWKyê bi daxuyaniyeke nivîskî piştigriya xwe ji bo Mizgîn Yalçinê nîşan da û tê de got:

“Mamoste Mizgîn ne bê xwedî ye û em bi Mamoste Mizgînê re ne.”

PWKyê di daxuyaniya xwe de got:

“Li gel ku niha televîzyoneke dewletê ya  bi navê TRT-KURDÎ heye, dersa bijarte ya bi Kurdî û beşa zimanê Kurdî ya hinek zanîngehan jî hene lê mixabin ev her sê dezgeh jî bi awayî fermî nehatine tesdîqkirin.

Hîna jî awayî fermî hebûna Kurdan, perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûlkirin. Parlamentoya Tirkiyeyê zimanê kurdî wekî  `zimanekî nenas` pênase dike.

Navê bajar, navçe û gundên Kurdan ên ku bi navên Tirkî  hatine guhertin, bi kurdî paşde nehatine vegerandin û navên wan yên Kurdî bi awayê fermî nehatine qebûlkirin.

Li gel van siyaset, kiryar û helwestên xwe yên 100 salî, dewleta Tirk, siyaseta xwe ya tûndtir a li dijî Kurdan, di van salên dawî de gihandiye wê astê ku di nav civata Tirkan de pêla nijadperestî û şovenîzmê bilindtir û xurtir kiriye.

Kurd bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi dîroka xwe ve bi hezaran salan e ku li ser cografayaya Kurdistanê dijîn. Zimanê Kurdî jî navê bajar, nevçe û gundên Kurdistanê jî xwedî derbasbûyîneke gelekî dirêj û dîrokeke gelekî kevn e.

Ew kesên ku tehamila wan ji zimanê Kurdî û ji binavkirina bajar û navçe û gundên bi navê Kurdî  re nîne, hêza xwe ji siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan distînin.

Ev helwesta wan, nîşana bêtehamiliya li dijî hebûna Kurdan e,  li dijî zimanê Kurdî ye û nijadperstî ye. Zimanê Kurdî hebûna miletê Kurd e.

Em helwesta van nijadperest û şovenîstên Tirkan a li dijî Mamoste Mizgîn Yalçinê şermezar dikin û em dibêjin ‘Mamoste Mizgînê ne bê xwedî ye û em bi Mamoste Mizgînê re ne’.

Em bangî rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dikin ku demildest di derbarê van kesên êrişker ên nijadperest û mejîkufikî de dozê vekin.

Em bangî her Kurdekî, bangî hemû baroyan, dezgehên sivîl, demokratîk, partiyên sîyasî, bangî her kesekî ku mafê mirovan diparêze, li dijî nijadperestî û şovenîzmê ye dikin,  da ku li hemberî van êrişên li dijî Mizgîn Yalçinê rû didin dengên xwe bilind bikin û piştgirîya wê bikin.

Mizgîn Yalçin li Farqînê mamostetiyê dike

Mizgîn Yalçin li Gundê Malabadê yê navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamostetiyê dike.

Mizgîn Yalçin li ser medyaya civakî bi vîdeoyên ku li odeyeke mala xwe ya Êlihê amade dike dersên Kurdî dide.

Yalçin li ser hesabê yê medyaya civakî yê bi navê “Kurdî Online” vîdyoyên dersên xwe parve dike.

Ji Kurdistan, Amerîka, Almanya, Holanda, Azerbeycan û Tirkiyeyê xwendekarên wê hene û dersên online dide wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst