Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê: Civîna PDK û YNKyê girîng bû

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan behsa “girîngiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.”

Herdu aliyan civîna dawî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi erênî nirxand û tekezî li ser berdewamiya diyaloga Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kir.

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê de mijarên wekî “hevkariya Brîtanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” û “rewşa siyasî ya Îraqê” hatin nirxandin.

Herwiha li ser mijarên “pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên ku li ber deriyê wê ne” hatin guftûgokirin.

Çend xalên wekî “parastina Hêzên Hevpeyman, pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re û çend mijarên din” jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst