6 roj in winda bû: Ciwanê ji Roboskiyê mirî hat dîtin

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hakan Encu Roboskî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê ciwanê bi navê Hakan Encu yê ku 6 roj in ti agahî jê nedihat wergirtin li navçeya Qilebanê ya Şirnexê hat dîtin.

Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê cenazeyê ciwanê bi navê Hakan Encu yê 28 salî ku ji 4ê Çiriya Paşînê ve ti agahî jê nedihat girtin, hat dîtin.

Piştî malbata wî agahî da cendirmeyan ku Hakan winda bûye, cenazeyê wî di lêgerîna li derdora gund de hat dîtin.

Li gorî nûçeya MAyê hat îdiakirin ku Encu dawî li jiyana xwe aniye.

Tîman cenazeyê Hakan Encu ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Piştî otopsiyê cenazeyê Encu li goristana gund hat veşartin.

Xalê Hakan Encu, Nurettîn Oslu ji DHAyê re axivîbû û gotibû:

“Bi şev ji malê derket û winda bû. Tevî hemû lêgerînên me jî ew nehat dîtin.

Me jî serlêdanên pêwîst ên windayan kirin. Em ji jiyana wî bi fikar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst