Serokê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya şêxê eşîra Şemmer li Sûriyê sersaxî xwest

11-11-2022
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Şêx Himêdî Deham Rojava Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya şêxê eşîra Şemmer li Sûriyê Şêx Himêdî Deham Hadî El Cerba sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da.

Di peyamekê de ku li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kiriye, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Bi boneya koça dawî ya Şêx Himêdî Deham Hadî El Cerba şêxê şêxên eşîra Şemmer li Sûriyê, sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata El-Cerba û eşîra Şemmer dikim, û ez hevbeşê xemên wan ên bi êş im.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku giyanê koçkirî bi firehiya dilovaniya xwe şad bike û li bihşeta xwe bicih bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”

Şêxê eşîra Şemmer li Sûriyê, Şêx Himêdî Deham duh Pêncşemê 10 Mijdara 2022an ji ber nexweşiyên dil û gurçikan li nexweşxaneya Jîn a bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Termê Şêx Himêdî Deham îro bi rêya deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin û dê li wê derê bê veşartin.

Himêdî Deham El Hadî El Cerba li gundê Til Elo yê ser bajarokê Til Koçer yê Dêrikê ji dayik bûbû.

Şêx Himêdî Deham li seranserê Sûriyê dihat naskirin û dostê Kurdan bû, pêwendiyeke baş di navbera wî û Serok Mesûd Barzanî de hebû, demekê bûbû Hevserokê Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst