VIDEO- Li Mûş û Meletiyê berf barî

11-11-2022
RÛDAW
Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê tîmên paqijkirina rêyan berfê li ser rêyan didin alî û rêyên girtî vedikin. Wêne: AA
Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê tîmên paqijkirina rêyan berfê li ser rêyan didin alî û rêyên girtî vedikin. Wêne: AA
Nîşan Mûş Meletî Bakurê Kurdistanê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li her du parêzgehên Mûş û Meletî yên Bakurê Kurdistanê li çiya û navçeyên bilind berf barî.

Li çiya û navçeyên bilind ên parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji roja Pêncşembê ve barîna berfê dest pê kir, pileya hewayê daket bo 3 pile bin sifrê û ji ber mijê asta dîtinê heta 10 metran kêm bû.

Bi barîna berfînê re şaredariya bajarê Mûşê îsal bo yekemîn car dest bi xebatên xwe yên paqijkirina rêyan kir.

Şaredariya Mûşê ragihandiye, li bilindahiyên Uçevler û Çavuştepe ku 2500 metre ji asta deryayê bilind in, bi qasî 15 cm berf bariye.

Ji ber barîna berfê rêyên 10 gund û gundikan hatibûn girtin, lê ji aliyê tîmên paqijkirina rêyan hemû rêyên girtî di demeke kurt de hatin vekirin.

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê jî barîna berfê dest pê kir. Ji duh pêncşembê piştî nîvro ve li bilindahiyên Hekîmxan li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê kiriye.

Li gor pêşbîniyên rêveberiya keşnasiya Tirkiyê, barîna berfê li Meleî, Mûş û hejmarek parêzgehên Tirkiyê dê berdewam be.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst