Li Duhokê 2 kes bi tohmeta birrîna daran hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Loma yê navçeya Zawitê ya ser bi parêzgeha Dihokê 2 kes bi tohmeta birrîna daran hatin girtin. Polîsên Daristan û Jîngehê dest danînw ser 20 pick up daran û dibêje “Dibe ku zêdetirî 50 pick up dar birrîbinn.”

Efserekî Hêzên Pêşmerge yên Dihokê ji bo parastina jîngehê Ramazan Syari ji Rûdawê re ragihand "Ev zêdetirî mehekê ye van daran dibirrin, ji ber ku zêdetirî 50 pick up dar birrîne û nêzî 20 pick up dar li vir bi komî hiştine. Û hemû dar ter in û ti ji wan jî hişk nînin.”

Her du kesên ku ji aliyê Polîsê Daristan û Jîngehê ve hatibûn girtin, pênc donim erd paqij kirin û hemû birîn, tevî hin darên ku temenê wan zêdetirî 50 salî ne, û li gorî polîs, armanca kar ji bo bazirganî bû.

Fermandarê Hêza Parastina Jîngeha Duhokê Cemal Saado jî got “Dê lêpirsîna her du binpêkeran bê kirin, pêşî dê li navenda Hêzên Parastina Jîngehê yên Pêşmerge soz bê dayîn ku careke din vê yekê nekin û wesayîta ku daran tê de bar kirine jî were desteserkirin.”

Îsal li parêzgeha Duhokê 21 kes bi tometa birrîna daran hatine girtin.