Li Avaşîn-Basyanê leşkerek Tirkiyê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di operasyona “Pence-Kilîd” a li nava xaka Herêma Kurdistanê de leşkerekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro di 11ê Mijdarê de li navçeya Amediyê ya Dihokê di operasyona li herêma Zap-Avaşîn-Basyan de 1 leşker hatiye kuştin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin çawîşê bi navê Emre Sevînç hatiye kuştin.
Herwiha hat ragihand Emre Sevînç ê ku temenê wî 28 salî ye ji bajarê Bursa yê Tirkiyê ye.
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) November 11, 2022