ÎDIA - Li Êlihê zêrîngerek bi qasî 43 milyon dolarî pere û zêrê xelkê biriye

Êlih (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zêrîngerek bi navê Veysî Ûlûtaş li gor îddîayan zêr û pereyên ku muşteriyên wî wek emanet dane cem wî hildaye û reviyaye û xwe bê ser û şûn kiriye. Ne  piştrastkiriye lê li gor gotina esnaf û dikandarên bazara zêrîngeran pereye ku zêrînger ji xelkê komkiriye û revandiye nêzîkî 800 milyon lîreyê Tirkî ye ango zêdetirî 43 milyon dolarê Amerîkiye.

Li ser bihîstina bûyerê mexdûrên zêrînger gilî tomar kirine û ji malbata zêrînger daxwaza qerebûkirina zirara xwe dikin. Dozgeriya Êlihê jî piştî giliyê mexdûran di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin. Li aliyek din li gor agahiyan zêrînger di dema revê de li Stenbolê ji aliyê polêsan ve hatiye binçevkirin û ji bo Êlihê hatiye şandin. Lê nayê zanîn ku zêrînger çima reviyaye û pere û zêrên muşteriyan çi lê kiriye. Her waha heta niha di derbarê bûyerê de daxûyaniyek fermî jî nehatiye dayîn.

Li gor îddîayan xwedîyê vê zêrîngehê kesê bi navê Veysî Ûlûtaş sê roj berê di şevek de dikana xwe vala kiriye zêr û pereyên ku muşteriyên wî wek emanet dane cem wî hildaye û reviyaye cîhek ne dîyar û xwe winda kiriye. Piştî bîhîstina reva zêrînger kesên ku pere û zêrên xwe dane wî gilî tomar kirine û daxwaza pereyên xwe dikin

Serokê Komeleya Zêrîngerên Êlihê Şehmûs Kalkan dibêje “Mirovek dewlemend bû, 30 sal in hevpîşeyê me ye, di heman demê de atolye ya wî ya bazinan jî hebû. Çend roj berê em bejin xwedê ji kesî re xirab neyne dikana wî girtî bû me jî meraq kir ka çima dikan girtîye gotin ew reviya ye. Malbata wî gotin di demek kurt de înşellah emê heqê xelkê bidin.”

Li gor gotina esnaf û dikandarên bazara zêrîngeran pereye ku zêrînger Veysî Ûlûtaş ji xelkê komkirîye û reviyaye nêzîkî 800 milyon lîreyê Tirkî ye.

Zêrînger Cahît Parlak got “Ne kesek wisa bû ku perê millet bibe. Dibe ku perê xelkê bide jî. Ez dikarim vê bejim wekî din nikarim tiştek bêjim.”

Zêrînger Evdila Tûnç diyar kir “Rast îro pirsgirêkê wî çêbûne. Zirar kiriye bi çi awayî zirar kirîye em wê nizanin, dibe ku li gor piyaseyê zirar kiribe, dibe ku ketibe deste tefeciyan, ê bi xwedê me tava jî daye. Me daye îşê hevdû diye. 100 milyar be, 200 milyar be, 20 gram zêr be, 50 gram zêr be me daye. Sûcê wî yek be ewên ku pere zêde dane cem bi milyonek, bi 2 milyona, bi 5 milyonan bi 10 milyonan bi 15 milyona yan jî 20 kîlo zêr dabinê sûcdartirin ne yê ku em bejin zêrên dewetê dabin cem.”

Li gor agahîyên ku me ji çevkanîyên heremî bidesxtin zêrînger Veysî Ûlûtaş di dema rêvê de li Stenbolê ji aliyê asayişa Stenbolê va hatiye desteserkirin û ji bo navenda ewlehîya Êlihê hatîye veguheztin.