Îbrahîm Biro: Me bi şanda Amerîkayê re behsa 3 xalan kir

11-11-2022
RÛDAW
Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro
Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro
Nîşan Rojava ENKS Amerîka Diyaloga Kurdî-Kurdî Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji Rûdawê re behsa civîna bi şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê re kir û ragihand, şanda Amerîkî bi wan re derbarê rewşa Efrînê û awayê vegera koçberên Efrînê û Serê Kaniyê bo ser mal û warê xwe, rewşa Sûriyê û herwiha ji nû ve destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye.

Duh Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê li ser hesabê xwe yê Twîtter ragihand ku Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Ethan Goldrich bi şandeke ENKSê re civiyaye.

Şanda ENKSê ji nûnerê wê yê di nav Îtilafa Opozisyona Sûriyê de Ebdulhekîm Beşar û Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê, Îbrahîm Biro pêk dihat.

Li gor balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê, pêşhatên dawî li Rojavayê Kurdistanê û diyaloga Kurdî-Kurdî, rewşa penaber û koçberan û gefên DAIŞê yên berdewam hatin gotûbêjkirin.

Derbarê civînê de Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand, civîn li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û piştî wê yekê bû ku şanda Amerîkî hin rêzecivîn li Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîbûn.

Îbrahîm Biro diyar kir, di civîna li gel şanda Amerîkî de gotûbêja wan li ser 3 xalan bû û got, rewşa Sûriyê bi giştî û pêşhatên wê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û vegera koçberên Efrîn û Serê Kaniyê bo ser mal û milkên xwe di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Biro destnîşan kir, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de wan bi şanda Amerîkî re behsa “zehemtî û astengiyên li deverê, leşkeriya neçar û koçberiya li herêmê û pirsgirêka xwendinê li herêmê” kiriye.

ENKS weke ku pêştir ragihandiye, tevî rewşa xirab a aborî siyaset û tevgerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên derbarê leşkeriya neçar, xwendin û karê siyasî de sedemên sereke yên koçberbûna xelkê ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê herwiha da xuyakirin, di beşeke civînê de gotûbêj li ser diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê û awayê ji nû ve destpêkirina danûstandinên di navbera aliyan de hat kirin.

Îbrahîm Biro li ser vê mijarê got, “Hat xwestin ku em dê çawa karibin danûstandinên Kurdî-Kurdî ji nû ve vegerînin. Bê guman hinek xal hebûn me bi hev re axaftin kirin li ser wan û me got ku divê atmosfêrek hebe ku em bikarin wan danûstandinan careke din vegerînin ji ber ew demê çûyî demeke dirêj bû û hinek astengî jî hebûn ku çareser nebûn.”

Şanda Amerîkayê bi Mazlûm Kobanî re jî civiya

Şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha serdana Rojavayê Kurdistanê jî kir û li Qamişlo bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyan, her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya ewlehî, aramî û rêkeftina agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst