Emîne Şenyaşar bi hinceta 'bêrêziya li parlamenterekî AKPê' tê dadgehkirin

11-11-2021
RÛDAW
Nîşan Emîne Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jina Kurd a bi navê Emîne Şenyaşar bi tohmeta bêrêzî li beramber Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye tê dadgehkirin. Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyeyê demjimêr 14.00ê roja Înê 12ê Mijdara 2021ê li Duyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê tê dîtin.

Jina Kurd Emîne Şenyaşar ku li bajarokê Pirsûsê yê Rihayê rûdine, berî hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên wê ji aliyê kesûkarên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û bi tohmeta bêrêziyê li beramber wî parlamenterî niha tê dadgehkirin û 4 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Emîne Şenyaşar dibêje: “Sê sal û nîv berî niha li ber çavê min endamên malbata min bikom hatin kuştin, roja Înê dema çûm dadgehê ji dadweran dibirsim kujerên malbata min kî ne?

Roja 14ê Hezîrana 2018an dema Parlamenterê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li bajarokê Pirsusê bo propagandeya hilbijartinê serdana dikandaran dikir, li dikana malbata Şenyaşar şer û nîqaş di navbera kes û karên wî parlamenterê AKPê û endamên malbata Şenyaşar de derket. Di bûyerê de ku piştre li nexweşxaneyê berdewam bû 4 kes hatin kuştin. Birayê wî parlamenterê AK Partiyê li cihê bûyerê hat kuştin, hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar li nexweşxaneyê, herdu aliyan jî 8 kes birîndar bûn.

Emîne Şenyaşar dibêje, kesûkarên wê parlamenterê AKPê herdû kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê kuştine, bi ser nexweşxaneyê de girtine û belge ji nav birine û dîmenên kameraya çavdêriyê jî jê birine.

Emîne Şenyaşar 248 roj e li ber Dadgeha Rihayê bo dadperweriyê di nobetê de ye û ji ber vê yekê heta niha çar caran ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin. Ew daxwaza dadmendî û azadkirina Fazil Şenyaşar ê kurê xwe dike ku di bûyerê de birîndar bû û ji roja 17ê Hezîrana 2018an ve hatiye desteserkirin û zêdeyî sê sal e di zîndanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst