Çîroka ciwanekî Rojava ku li ser sînorê Belarûs û Polandê asê maye

11-11-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ew ciwanê 19 salî ev mehek e li Belarûsê ye
Ew ciwanê 19 salî ev mehek e li Belarûsê ye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Koçber Belarûs Poland Kurd
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li ser sînorê Belarûs û Polandê hejmareke zêde ya koçberan asê mane ku piraniya wan Kurd in. Bavê yek ji wan koçberan dibêje, kurê wî yê 19 salî ev mehek e li Belarûsê ye û daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî dike.

Bavê wî, Xorşîd Ehmed dibêje, ji ber rewşa û ne aram ya deverê û nebûna pêşerojekê diyarkirî û barê aboriya giran, wan beriya mehekê biryara şandina Vedanê kurê xwe ji bo Ewropayê dan.

Xorşîd Ehmed, bavê Vedan, “Îro heyveke wî çê dibe, ji vê heyvê çar yan pênc rojan di otêla de man, 12 mehê balafira wî ji Şamê derket û ji 16 mehê ve li ser sînorê di navbera Belarûsê û Polandê de asê mabe, banga me ji hikumeta Belarûs, Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mafê mirovan; wan piştguh nekin.”

Di mehekê de, di riya kompaniyaya geştuguzariyê ya Ecnihet Elşam re, 270 siwar ku piraniya wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, bi vîzeyên geştuguzarî ji Şamê derdikevin Belarûsê û ji wir, xwe bi qaçaxî li sînorê Polenda dixin, lê hejmareke mezin ji wan koçberan di navbera sînorê herdû welatan de asê mane.

Kes bi dilê dê jî nizane, Li ser agir li benda ilmekî ye, destê wê li kar nagere û xewa şevan bi hisrete.

Fehîma Hesen, dayika Vedan jî li benda zanyariyeke derbarê kurê xwe de ye û dibêje, “Tî ye û birçî ye, li ber sermayê li erdê radizên, kurkê min tenê ye, çar keç in û kur ev tenê ye, cara dawî berî çar rojan ez pêre axivîm bi telefona hevalê wî, got hema ez nemirime, ew serbaz nanekî ji 5 şeş kesan re davêjin, herkê gezek naghêje me û ava golê em vedixwin.”

Li gor amarên polîsên federal ên herêma Saks ya Almanî ji sînorê di navbera Poland û Almanya de tenê di vê mehê de 1100 koçber ku piraniya wan ji Iraq, Sûriya û Efxanistanê ne derbasî wî welatî bûne û ji mehên Tebax û Îlonê de jî hezar koçber bi riya qaçax xwe gihandine Elmaniya, her ji wê çaxê û ji ber rewşa sînor a xerab 9 kesan li ser sînorê welatên Ewropayê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst