Hejmara Twitterê ya bi Kurdî ya Partiya Paşerojê tê girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê perwerdehiya di nav partiyê de li navçeya Kayapinar a Amedê û rêvebirê hesaba Kurdî ya Twittera Partiya Paşerojê ji ber helwesta partiya xwe ya li hember zimanê Kurdî wek nerazîbûnek biryar da hesaba Twitterê ya bi zimanê Kurdî bigire.
Abdullah Anuk li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û amaje bi wê kir ku wî li ser diyarbûna hêviyekê bo zimanê Kurdî ew hesab vekiribû, lê bi gotina wî, ti rêvebir an berpirsekî Partiya Paşerojê li ser navê Kurdî piştevaniyek nedane.
Anuk rexne li helwest û siyaseta partiya xwe ya li hember zimanê Kurdî girt û amaje bi wê kir, taybet jî ji ber ku endamên rêveberiya niha ya partiyê hemû ji AKPê cuda bûne û di rêveberiyê de cih bi Kurdan nehatiye dayîn “min dît ku di Partiya Pêşerojê de ti paşerojeke Kurdî nîne û kadroyên wê partiyê ti eleqeyekê nîşanî Kurdî nadin.”
Abdullah Anuk aşkere jî kir, “Ji îro pê ve ez dest ji erkê xwe yê di nav partiyê de berdidim û ew hesaba ku min bo Kurdî vekirî bû jî digirim. Ez tekez dikim ku di nav ti partiyekî de cih nagirim ku girîngî û piştgiriyê bi zimanê Kurdî nede.”
Serokê Partiya Paşerojê li Amedê Aydin Altaç jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand ku sekneke partiya wan heye derbarê Kurdî û zimanên din de û got, “di demek nêzîk de me dê rêziknameya partiya xwe bi zimanê Kurdî jî belav bikin.”
Altaç daxuyaniya Abdullah Anuk wek “neheq û hestyar” binav kir û tekez kir ku hesaba Twitterê ya bi zimanê Kurdî ji aliyê 3 kesan ve tê birêvebirin û di bin kontrola wan de ye û ew nûçe û zanyariyên navenda giştî jî li ser wê hesabê belav dikin.
Ev di demekê de ye, piştî ku Partiya DEVA a din bin serokatiya Alî Babacan de hejmara Twitterê a bi Kurdî vekiribû, Partiya Paşerojê û Partiya Saadetê jî bi Kurdî hesabên Twitterê vekirî bûn.