Malbatên şehîdên şerê DAIŞê alîkariyên rêxistineke Amerîkî şewitandin û Wezîrê Pêşmerge li gel wan dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Îro zêdetir ji 250 malbatên şehîdên şerê DAIŞê ji Mêrgesor, Soran û Kerkûkê bo Hewlêrê hatibûn vexwandin, daku alîkariyên rêxistineke xêrxwazî ya Amerîkî li ser wan bê dabeşkirin, lê malbatan ew alîkarî red kirin, weke sivikatîkirin bi xwîna şehîdan bi nav kirin û şewitandin. Wezîrê Pêşmerge jî ew malbat vexwandin wezaretê û biryar e li gel wan bicive.

Îro Çarşemê 11ê Mijdara 2020, li berdem Nexweşxaneya Pêşmerge li bajarê Hewlêrê merasimek hat lidarxistin û tê de hin alîkarî ku ji aliyê Rêxistina Xêrxwazî ya Rêya Pêşketinê ve hatibûn berhevkirin, bi ser  zêdetir ji 250 malbatên şehîdên Pêşmerge yên şerê DAIŞê de hatin dabeşkirin, lê belê piştre wan malbatan li hember wan alîkariyan nerazîbûn nîşan dan û ew alîkarî şewitandin.

Bi gotina wan malbatan, ew alîkarî ji kelûpelên kevn ên weke şimik, cilûberg û hin pêwîstiyên din pêk dihatin û ew yek weke sivikatî bi xwe û xwîna şehîdan bi nav kirin.

Têkildarî bûyerê, Rêveberê Rêxistina Xêrxwazî ya Rêya Pêşketinê ya Amerîkî li Herêma Kurdistanê, Sadiq Mihemed ji Rûdawê re axivî û ragihand, “alîkarî ji cilûbergên zivistanê, pêlvanên zarokan û jinan û kelûpelên din pêk dihat, lê wan red kirin û paşê jî şewitandin.”

Rêveberê vê rêxistinê herwiha got, rêxistinê bûdceyek dabû wan û wan jî bi wê bûdceyê ew kelûpel kirîbûn.

Beşek ji wan malbatan ji rêyekî dûr û ji 120 kîlomteran dûrî Hewlêrê ve hatibûn.

Yek li jinên ku hevjînê wê di şerê dijî DAIŞê de şehîd bûye, ji Rûdawê re got, “ez ji Mêrgesorê ve hatime, ya îro di derheqê me de hat kirin, sivikatî bû bi xwîna şehîdan û em qebûl nakin.”

Peyamnêrê Rûdawê, Hadî Selîmî jî dibêje, biryar bû 500 malabt ji aliyê wê rêxistina Amerîkî ve bên alîkarîkirin, lê îro 250 malbat bo Hewlêrê hatibûn vexwandin.

Piştî wê bûyerê, Wezîrê Pêşmerge ew 250 malbat vexwandinê wezaretê û biryar e li gel wan bicive.

Rawêjkarê Ragihandinê li Wezareta Pêşmerge, Mîran Bekir ji Rûdawê re da xuyakirin, “wezîr her 250 malbat vexwandina Wezareta Pêşmerge daku guh li gilî û daxwazên wan bigire û roja Duşemiya bê dê li gel wan bicive.”

Mîran Bekir diyar kir, Wezareta Pêşmerge haya wê ji wan alîkariyên îro nebûye.