Ruha - Du Kurdên ji Mûsilê bi hawara geştyarên Ereb ên birîndar ve çûn

Ruha  (Rûdaw) - Otobosek geştiyaran ku ji Iraqê ber bi bajarê Samsûna Tirkiyeyê ve rêwî dibirin li Ruhayê di kendalê de wergeriya. Di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn. Birîndar li Ruhayê rakirin 4 nexweşxaneyan. Hemû rêwî ereb in û di nava wan de Kurd nînin.

Ev otoboseke geştiyaran e ku di navbera navçeya Wêranşar û Ruhayê de, li nêzî gundê Terzî qeza kiriye. Di vê qezayê de kesek bi navê Îmad Hesen a 29 salî canê xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.

Birîna ajokar Telha Hesen giran e û birîna piraniya rêwiyên din jî sivik e.

Ji ber ku plakaya otobosê ya bajarê Silêmaniyê ye, destpêkê weke ku ev rêwî kurdên Başûrê Kurdistanê bin hate fêmkirin. Lê paşê zelal bû ku hemû rêwî ereb in û ji bajarên Bexda, Diyala û Selahedînê ne.

Miyad Xazî Dawud ku birîndar bûye, “Roja sêşemê serê sibehê saet di 6.00'an de em bi rê ketin. Piştî em derbasî Tirkiyeyê bûn, em di nava otobosê de razan. Min dît ku xewa ajokar jî tê. Pistre min hew dît ku otobos di kendalê de wergeriya. Em birîndar bûn. Weke din tu tiştekî nayê bîra min.”

Macîda Yaqûb Hemîd jî dibêje, “Em hemû Iraqî ne û ereb in. Em diçûn Samsûna Tirkiyeyê. Em 32 kes birîndar bûn. Em rakirin nexweşxaneyê. Milê xwîşka min birîndar bû, platîn xistin milê wê. Lê rewşa me baş e.”

Ji ber ku birîndar Iraqî ne, tu kes û karekî wan ê ku bigihijin hawara wan nebûye. Lê Yasîn Nasir û hevalê xwe ku Kurdên Mûsilê ne û li Ruhayê qesabî dikin kesên yekem in ku têne serdana birîndaran.

Yasîn Nasir, Kurdê ji Mûsilê dibêje, “Ez tu tistekî wan nîn im. Ez li Ruhayê qesabî dikim. Dostekî min ji Iraqê telefon kir. Got malbata me qeza kiriye. Got here li rewşa wan binêre. Elhemdulîlah rewşa wan hemûyan baş e.”

Li gorî bijîşkên Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan, tu xetere û metirsiya mirinê ya birîndaran nîn e û wan piraniya birîndaran weke tedbîr li nexweşxaneyê razandine.

Abdulkadir Akturk, Bijîşkê Beşa Nexweşên Lezgîn diyar dike, “Niha tu rewşeke emeliyatê nîne. Rewşa wan baş e. Tenê 2 birîndar di bin çavdêriya cerahî de ne. Ger pêdiviya emeliyatê çêbe jî em ê emeliyat bikin. Lê niha hewcedarî bi emeliyatê nîne. Me mudaxaleyeke pir baş kir û hemû jî baş in.”

Birîndarên qezaya otobûsa geştiyaran dê heta 2 rojan ji nexweşxaneyê derkevin û bo Iraqê bêne şandin.