Yekgirtû û Nivşê Nû daxwaz dikin serokatiya parlamentoyê bê hilbijartin

11-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Parlamentoya Kurdistanê Yekgirtû Nivşê Nû
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Herdu fraksiyonên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Nivşê Nû di daxwazînameyeke hevbeş de daxwaz kirin, ku parlamentoya Kurdistanê bicive û serokê parlamentoyê û desteya serokatiya parlamentoyê bêne hilbijartin

 

Îro Yekşembî 11ê Mijdara 2018 herdu fraksiyonên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Nivşê Nû daxwazînameyeke hevbeş arasteyê serokê demkê yê parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaz kirin, ku roja Sêşmebiyê 13ê Mijdara 2018, parlamentoya Kurdistanê bicive û serokê parlamentoyê û desteya serokatiya parlamentoyê bêne hilbijartin.

 

Di vê daxwazînameya hevbeş de hatiye gotin, li gorî rêziknameya parlamentoyê, “pêwîst e bi zûtirîn dem civîna yekem a parlamentoyê ku bi vekirî maye, were temamkirin.”

 

Fraksyonên Yekgirtû û Nivşê Nû yên li parlamentoya Kurdistanê herwiha daxwaz kirine: “Ji ber ku we roja 06-11-2018 (yekem civîna gera pêncan a parlamentoya Kurdistanê) bi vekirî hêla û we tenê erkê xwe yê yekem pêk anî û we erkê xwe yê duyem ku hilbijartina desteya serokatiyê ye, cîbicî nekir û we rêzikname binpê kir û we derfet neda xwekandîdkirina ji bo desteya serokatiya parlamentoyê, ew jî berovabjiyê maddeya 11an benda duyem a ji rêziknameya navxwe ya parlamentoyê ye, em weke wan fraksyonên ku li xwarê nav p îmzeyên me hatine, daxwaz ji we dikin ku roja Sêşembiyê (13-11-2018) civîna yekem temam bikin û erkê xwe yê duyem bi vekirina deriyê xwekandîdkirinê bo postên desteya serokatiya parlamentoyê, her weke ku di benda yekem a maddeya 14 a rêziknameya navxwe ya parlamentoyê de hatiye, û dawî anîna bi rûniştina yekem a parlamentoya Kurdistan-Iraqê pêk bînin.”

 

Nivşê nû di hilbijartinên 30ê Îlona îsal ên parlamentoya Kurdistanê de karîbû 8 kursiyan bi dest bixe û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî bi jidestdana nîvê dengên xwe, 5 kursî ji dest dan û tenê karî 5 kursiyan di gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê de misoger bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst