Li Şirnexê bombe teqiya: Kuştî û birîndar hene

Şirnex (Rûdaw) - Li bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê bombeke vedayî bi dewriyeke leşkerên Tirkiyê de hat teqandin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

 

Piştî nîvroya îro (11-11-2018) dema ku leşkerên Artêşa Tirkiyê li devera Gormeç a li pala Çiyayê Gabarê ser bi bajarê Şirnexê ve dewriye digeriyan bombeke berê hatibû vedan, bi wan leşkeran de teqiya û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn.

 

Li gor zanyariyên hêzên ewlehiyê leşkerên birîndar bi rêya helîkoptera leşkerî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguhestin.

 

Artêşa Tirkiyê li herêma bûyerê dest bi operasyoneke berfireh kir.