Li 26 herêmên Çewlîgê “herêmên ewlehiya taybet" hat ragihandin

Navenda Nûçeyan – Parêzgeha Çewlîgê li navenda bajêr û 7 navçeyên bajêr 26 herêm wek “herêmên ewlehiya taybet a demkî" ragihand.


Li 26 herêmên bajarê Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê yên li hemberî gerîlayên PKKê qedexeya çûn û hatine hat îlankirin.


Parêzgeha Çewlîgê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar ku 26 herêmên bajêr di navbera 11 û 25 Mijdarê de "herêma ewlehiya taybet a demkî" hatine destnîşankirin.


Li gor daxuyaniya parêzgeha Çewlîgê ji ber operasyonên leşkerî yên ku li wan herêman dest pê bikin ew qedexe hate ragihandin.


Herwiha li gorî heman daxuyaniyê nabe bi ti awayekî xelkê wan deveran bi ti awayekî hatin û çûnê bikin.