Amed/Farqîn – Tank derbasî nav bajêr bûn!

 

Amed (Rûdaw) – Li navçeya Farqînê ya Amedê efserekî Tirk hat kuştin. Li nav bajêr şerekî giran derketiye û li hinek taxan tank hatine bicîhkirin.

Qedexeya derketina derve li bajarê Farqînê yê Bakurê Kurdistanê ket roja nehemîn. Li nav bajêr şerekî giran derketiye.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di şerê îro de efserek hat kuştin, yek jî birîndar bû, her wiha zarokekî 5 salî jî di şer de bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, li cihên bilind ên taxên ku qedexeya derketina tê de hatiye ragihandin, tank û nîşanger hatine bicîhkirin.

Parlamentera Amedê Feleknaz Ûca jî ragihand, pêwendî bi parlamenterên HDPê yên duh çûbûn Farqînê, re nemaye û got, metirsî li ser jiyana tevahiya niştecihên wan taxan heye.

Di heyama 3 mehên dawiyê de ev cara şeşemîn e li Farqînê qedexeya derketina derve tê ragihandin. Lê di heyama van 9 rojên dawiyê de 9 kes hatine kuştin ku 6 jê sivîl û 3 jî leşker û polîs in, derdora 10 kesan jî birîndar bûne.