Seqiz – Di nav du rojan de 7 kes di bûyerên trafîkê de mirin!

 

Seqiz (Rûdaw) – Di nav du rojan de li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, 7 kes di bûyerên trafîkê de mirin.

Şeva borî li ser rêya bajarên Seqiz û Bokanê û li nêzîkî gundê Sera yê Seqizê, du otomobîl li hev ketin.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê Trafîka Seqizê Kerîm Weysî ragihand, sedema çêbûna wê bûyerê ew bûye ku yek ji wan otomobîlan, ku bi lezatiyek mezin diçû, bizivire destê çepê lê ji ber baranê şimitiye û li otomobîla din ketiye.

Hat gotin ku pêr (9ê Mijdarê) êvarê jî li nêzîkî bajarê Seqizê di encama lihevketina du otomoîlan de 4 kes miribûn.