Kon rojê germ in û şevê sar in

 

Pirsûs (Rûdaw) - Emine Cimxan (47) a li çadirên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê (Suruç) ve hatin vedan dimîne got kon rojê germ in û şevê jî sar in.

Emine Cimxanê ji Rûdawê re ragihand ku 22 sal in li navenda Kobanî dijîn û kurek û 5 keçên wê hene.

Cimxanê anî ziman di şertên zehmet de dimînin û got, “Xwarina paqij ji bo me naye. Sabûn, cilûberg doşek tu tişt nîne. Kon jî rojê germ in û şevê sar in.”


Dayîka 6 zarokan da xuyandin ku ew nikarin sere xwe bişûn û wiha got:

“Em nikarin cilûbergên xwe jî bişûn. Em di rewşek gellek ne baş de ne. Em dixwazin di demek kurd de vegerin Kobanî. Keça min nexweş e, min bir nexweşxanê lê dermen nîne.”