Silava Bahçelî Kurd kirine du beş: Kî çi dibêje?

Amed (Rûdaw) – Silava Devlet Bahçelî di nava Kurdan de bi du awayên cuda tê nirxandin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Silava Bahçelî civak û siyaseta Tirkiyeyê kirine du beş.

Beşek ji wan wê silava ku Bahçelî ji nişkê ve da parlementerên DEM Partiyê wekî destpêkirina heyameke nû ya siyaseta Tirkiyeyê bi nav dike.

Lê beşek ji wan jî silava Bahçelî û axaftinên Erdogan wekî gaveke siyasî dibînin ku tene di berjewendiyên desthilatê de ne.

Armanca silava Bahçelî û axaftinên nermbûnê yên demên dawî her çibe jî di nava civakê heviyek çêbûye.

Civaka Kurdan niha jî li hêviya destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê û çaraserkirina pirsa Kurd e.

Dîsa jî gelek kes tecrubeyên xwe yên berê bi bîr tînin û hêviyên xwe bi vê rewşa nû ve girê nadin.

“Bahçelî me dixapîne”

Welatî Musa Canbogaz diyar kir ku Bahçelî Kurdan dixapîne û got:

“Baweriya me bi wan tune. Bahçelî me dixapîne. Ez baş nabînim. Çima baş nabînim?

Ew me dixapînin. Divê DEM Partiyê deste wan negirta.”

“Merhebaya Bahçelî ji bo Kurdan muhîm e”

Kesê bi navê Fîkret Bîngol jî got ku ev silava Bahçelî girîng e û anî zimên:

“Bahçelî dewlet bi xwe ye. Yanî MHP li Tirkiyeyê hêzeke xurt e û temsîliyeta dewletê dike.

Yanî bi rastî merhebaya Bahçelî ji bo Kurdan muhîm e.”

“Berjewendiya wan heye”

Welatiyê bi navê Mahsum Kartal da zanîn:

“Berjewendiya wan di hev de heye loma bahsa aştiyê tê kirin. Wisa nebe çênakin. Ma we ti carî MHP û DEM Partî li ba hev dîtine?”

“Ev siyaseta Erdogan e”

Ahmet Kaplan fikrên xwe wiha anîn zimên:

“Ev siyaseta Erdogan e. Erdogan ji wî re gotiye em hinekî nerm bibin, em wan careke din jî hinekî bixapînin. Ma ev cara çenda ye ewha dikin? Qey em textê ceribandinê ne?”

Wekî xelkê di nav siyasetmedaran de jî yekdengî nîne.

Pêngava ku bi silava Bahçelî hat avêtin û piştgirî ji Erdogan wergirt ji bo hinek aliyan tene gaveke wekî di berjewendiya siyaseta desthilatê de tê dîtin.

“Armanc serokatiya Erdogan e”

Parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan diyar kir ku ev gav ne tiştekî cidî ye û got:

“Ew têkilî ne ji bo tiştekî cidî ye. A niha hemû raya Kurd dibêje û dixwaze ku pêvajoyeke nû ya wekî 10 sal berê dest pê bike.

Lê ev îhtimal tune, ê ew têkilî ji bo çi ye?

Tayyîp Erdogan a niha carek din dixwaze bibe namzede serokkomariyê lê li gorî qanûna Tirkiyeyê ew ne mumkin e.

Yanî heqê wî du car e. Ew a niha dixwaze bi CHP û DEMê re têkiliyê dayne û hinek tiştên sivik bide wan û cara sêyemîn namzediya xwe bistîne.”

Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Mehmet Dara Akar berojavî Altan Tan difikire.

“Potansiyeleke mezin heye”

Mehmet Dara Akar diyar kir ku potansiyele vê gava Bahçelî heye û berdewam kir:

“Di vê pêvajoya ku bi destgirtina Devlet Bahçelî û Partiya DEMê nû dest pê kiriye de potansiyeleke mezin û muhîm heye da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd proseyeke nû çêbibe.

Ev ne tene di asta niyetê de ye. Gelek aliyên vê meseleyê hene ku lazim e kedê bidin.

Îro ev niyet û ev gav hatiye avêtin. Milet jî piştgiriya vê yekê dike.

Ji xwe divê her kes piştgiriyê bide ku êdî çareserkirineke mayînde ji bo pirsgirêka Kurd çêbibe.”

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Bahçelî rahişt destê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik.

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê got:

“Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin.”

Bahçelî vê hefteyê jî di civîna partiya xwe de armanca xwe ya çûna cem DEM Partiyê eşkere kir û got:

“Destê ku min dirêjî wan (DEM Partiyê) kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin’ bû.

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.”

Erdogan jî doh li ser silava Devlet Bahçelî got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

Ev helwest û daxuyaniyên Bahçelî niha rojeva germ in û pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” tê kirin?

Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê li ser mijarê got, “Ew li pey lîstikên nû ne, eger aştiyê dixwazin Îmralî li wir e. ”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser mijarê axivî û wê anî zimên, “Silavdayîn pir bi qîmet e lê ji bo şîrovekirinê hîn zû ye.”