Laliş - Merasîma Siwarkirina Periyê hat lidarxistin

11-10-2024
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Dîmenekî jinên Êzidî yên li Lalişê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dîmenekî jinên Êzidî yên li Lalişê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Laliş Cejna Cemayê Kurdên Êzidî Baweriya Êzidiyan Êzidiyên Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Êzidî yên li cihan û Kurdistanê ji bo merasîma “Siwarkirina Periyê” li Lalişê civiyan.

Di baweriya Kurdên Êzidî de “perî” bûnewerên pîroz in. Her periyek nîşaneya ferîşteyekê ye.

Kurdên Êzidî daxwazên xwe bi rêya wan perî û melekan dikin.

Dayê Besê koçbera Şingalê ye û ji Kampa Bêrsiwê hatiye Lalişê

Heft roj û heft şevên Cejna Cemayê li Lalişê dimîne. Bi dengê xwe yê xweş xema mêvan û beşdarên kêm dike û dilê wan xweş dike.

“Ji Lalişa Nûranî dixwazim ku mafê jin û keçên me winda nebe”

Besê Qasimê li ser xwendina qewl û beytên Êzidiyan wiha got:

“Ji roja yekem a hatina xwe ve ez xizmetê dikim û beytan û dibêjim, beytên wekî yên Xerîbo, Mîr Mihyedîn...

Jin çi ji min bixwazin ez wê ji wan re dibêjim. Ji Xwedê û Lalişa Nûranî dixwazin ku mafê keç û jinên me winda nebe.”

“Siwarkirina Periyê” merasîma roja çarem a Cejna Cemayê ye.

7 perî ango 7 melek in û Ava Kaniya Spî tên şûştin.

Her kesê ku bixwaze xêrekê bike perî li ser serî wî datîne.

Perî bi merasîmeke taybet a dînî li ber dengê defê ji bo cihê xwe tê veguhastin.

“7 perî tên siwarkirin”

Mamosta Şiyar Xwedêda jî li ser merasîma “Siwarkirina Periyê” wiha got:

"7 perî tên siwarkirin. Her periyek nîşaneya melekekê ye. Melek Ezraîl, Cibraîl, Mikaîl, Dedaîl, Şemkaîl, Ezazîl û Îsraîl in û li ser erdê jî xelkê camêr hene.

Wekî Melik Fexredîn û Şêx Şems û periyên wan jî tên siwarkirin. Îro perî hatin siwarkirin.

Ji bo başiyekê ji xwe re bikim, ez jî tevlî siwarkirina periyekê bûm.

Mîr û Baba Şêx ez pîroz kirim û me perî siwar kir û înşalah xêrê bi ser erdê de birijîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst