Hewlêr (Rûdaw) – Li Bokanê Mamosteya Kurdî Sûsen Hesenzade bi 3 meh cezayê girtîghê hat cezakirin.
Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê mamosteya mamosteya Kurdî ya bi navê Sûsen Hesenzade bi 3 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Dadgeha Bokanê bi tohmeta “bangeşeya li dijî desthilatê” doz li Sûsen Hesenzadeyê vekiribû.
Her wiha Sûsen Hesenzade Gulana 2024an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştî bi mehekê bi kefalet hatibû berdan.
Dadgeha Bokonê îro 3 meh cezayê girtîgehê li Sûsen Hesenzadeyê birî.
Sûsen Hesenzade heta 20 rojî dikare li dijî wê biryarê derkeve û daxwaza pêdaçûna biryarê bike.
Sûsen Hesenzade bi salane bi awayekî xwebexş li nava bajar û gundên Bokanê, jin, zarok û xortên Kurd fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî dike.
Sûsen Hesenzadeyê ji bilî Bokanê li Mehabad û Seqizê jî kursên Kurdî vekirine û li wir jî dersên Kurdî dane xelke.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse