Altan Tan: Îhtimala destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê nîne

11-10-2024
Abdulselam Akinci
Siyasetmedar Altan Tan/Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Siyasetmedar Altan Tan/Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Altan Tan Pêvajoya Çareseriyê Devlet Bahçelî Erdogan Armanc
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Siyasetmedar Altan Tan li ser silavdayîna Bahçelî got, “Îhtimala destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê nîne.”

Siyasetmedar Altan Tan li ser silavdayîn û peyamên Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî yên ji bo DEM Partiyê axivî.

"Ne ji bo tiştekî cidî ye"

Siyasetmedar Altan Tan li ser gotegotên pêvajoyeke nû ya çareseriyê got:

“Silavdayîn û têkilî baş in. Kes nikare bibêje, bila li hevdû bidin, her roj xeberan ji hev re bibêjin.

Lê belê ev têkilî ne ji bo tiştekî cidî ye.

Niha Kurd wiha difikirin û dixwazin ku belkî pêvajoyeke nû ya çareseriyê ya wekî berî 10 salan dest pê bike.

Îhtimala destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê ya wekî berî 10 salan nîne.”

Altan Tan li ser armanca silava Bahçelî da zanîn:

“Bazar li ser serokatiya Erdogan e. Recep Tayyîp Erdogan dixwaze dîsa bibe namzedê serokatiyê lê di yasayên Tirkiyeyê de ev ne mumkin e.

Heger cara sêyem bibe namzed divê Parlamento biryarê bide.

Dengên AK Partî û MHPyê têrî nakin, 360 dengên wan nînin.

Dixwazin bi CHP û DEM Partiyê re têkiliyê dayînin û tiştên basît bidin wan û biryara namzediya cara sisêyan bistîne.

Destûreke nû yan jî tiştekî kûr xuya nake.

CHP, MHP û yên din ne amade ne ku Pirsa Kurd bi rêyeke cidî hal bikin.”

“Her 3 madeyên destpêkê asteng in”

Altan Tan li ser nivîsandina Destûreke nû jî da zanîn:

“Her 3 madeyên destpêkê yên Destûrê li ber çareserkirina Pirsa Kurd asteng in.

Ji bo wan ew her 3-4 made xetên sor in.

Heger tu xetên xwe yên sor naguherî tu dê çawa meseleyê çareser bikî?

Ya duyem, daxwaza Îsraîl, Siyonîzmê ji Çemê Nîlê heta Çemê Feratê bi dest bixin.

Cihû wiha bawer dikin ku Xweda ew ax û erdnîgarî daye wan.

Heger niha Tirkiye di wê fikrê de ye ku metirsiya sereke Îsraîl û Siyonîzm e divê di nava xwe de yekîtiyê xurt bike.

Yekîtî ne gotinên hevmaçkirin, biratî û helalkirin e.

Niha li Tirkiyeyê meseleya oldar û laîkan, Pirsa Kurd û Pirsa Elewiyan heye û aborî xirab e.

Niha ji sedî 10 her tiştî dixwe û aboriya ji sedî 90î jî gelekî xirab e.

“Yekîtî, biratî, hevaltî û hêz dernakeve”

Altan Tan her wiha li ser “avakirina yekîtiyeke di nava Tirkiyeyê de jî got:

“Divê tu her tiştî hal bikî, wê demê yekîtî mumkin e.

Yanî Tirkiye karibe ji Tirk, Kurd, Ereb, dewlemend, feqîr, gundî, bajarî, dîndar û laîkan Destûreke nû û zelal derxe wê demê yekîtî çêdibe.

Niha ew tişt xuya nake. Heger ne wiha be dê yekîtî li ser çi were avakirin?

Îro dest bidî hev, hev hembêz bikî lê du sibe her tişt wekî berê dewam bike ew ne yekîtî ye.

Ji wê rêyê jî yekîtî, biratî, hevaltî û hêz dernakeve.

Ji bo berjewendiyên xwe ew têkiliyê datînin, yanî yên gelan.

Wan ji bo berjewendiyên xwe çend gav avêtin.

Ez naxwazim reş biaxivim û hêviyên binê wan vala bidim lê ez cidî nabînim.”

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Bahçelî rahişt destê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik.

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê got:

“Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin.”

Bahçelî vê hefteyê jî di civîna partiya xwe de armanca xwe ya çûna cem DEM Partiyê eşkere kir û got:

“Destê ku min dirêjî wan (DEM Partiyê) kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin’ bû.

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.”

Erdogan jî doh li ser silava Devlet Bahçelî got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

Ev helwest û daxuyaniyên Bahçelî niha rojeva germ in û pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” tê kirin?

Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê li ser mijarê got, “Ew li pey lîstikên nû ne, eger aştiyê dixwazin Îmralî li wir e. ”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser mijarê axivî û wê anî zimên, “Silavdayîn pir bi qîmet e lê ji bo şîrovekirinê hîn zû ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst