Şehba: 3 endamên TEV-DEMê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li Şehbayê di bombebarana otomobîlekê de 3 endamên wan canê xwe ji dest daye.

9ê mehê droneke Tirkiyeyê li navçeya Şehbayê ya Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bombebaran kiribû.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişa dronî daxuyaniyek da.

TEV-DEMê diyar kir ku 3 endamên wan di wê êrişê de canê xwe ji dest daye.

TEV-DEMê ragihand ku navên kesên canê xwe ji dest daye Zelal Efrîn, Alaf Murad û Mezlûm Entab in.

TEV-DEMê her wiha anî ziman ku “rola her du endaman di parastina Rojavayê Kurdistanê de hebû.”