DÎLOK - Birêvebirên DBP û DEM Partiyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê Hevserokê rêxistina Mezmaxorê ya DEM Partiyê, Hevserokê rêxistina Dîlokê ya DBPyê û Hevserokê rêxistina Mezmaxorê ya DBPyê hatin desteserkirin.

Li Dîlokê Hevserokê rêxistina Mezmaxorê ya DEM Partiyê Mustafa Tunç, Hevserokê rêxistina Dîlokê ya DBPyê Mehmet Ozkan û Hevserokê rêxistina Mezmaxorê ya DBPyê Muslum Denizhan hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan dema her 3 rêveber bi otomobîlê diçûn cihekî hatine rawestandin û hatine desteserkirin.

Heta niha sedema desteserkirina wan nehatiye diyarkirin.

Heman rojê hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê, li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê jî bi ser avahiya DEM Partiyê de girt û Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk û çend kesên din desteser kirin.

DEM Partiyê ragihand ku dê 13ê mehê li parêzgeha Amedê mîtîngeke mezin were kirin ku ji aliyê Parêzgariya Amedê ve hatiye qedexekirin.