RIHA - Midûr xwe li jûra xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, Gerînendeyê Navenda Perwerdeya Gel xwe li jûra xwe kuşt.

Bûyerê îro derdora saet 13:30î rû da.

Li gorî agahiyan, Gerînendeyê Navenda Perwerdeya Gel Mustafa Gunduz dema li kar bû li jûra xwe ya kar xwe kuşt.

Karmendên ku dengê çekê bihîst çûn jûra wî lê wan dît ku Mustafa Gunduz di nava xwînê de digevize.

Tîmên tenduristiyê ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan lê ew ji mirinê rizgar nebû.

Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir.