3 xelatên nû: 'Em dê rêya Şîfa Gerdiyê bişopînin'

21 demjimêr berê
Birwa Kiyanî û Dilniya Rehman / Wêne: Rûdaw Grafîk
Birwa Kiyanî û Dilniya Rehman / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Stevie Xelat Rûdaw Birwa Kiyanî Dilniya Rehman Şîfa Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê roj bi roj serkeftinên xwe zêde dike û dengê Şîfa Gerdiyê digihîne hemû cîhanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê 3 xelatên Stevieyê standin û wan tîne Hewlêrê.

Merasîma xelatan îşev li Stenbolê hat lidarxistin.

Birêvebirê Dîjîtal Medyaya Rûdawê Birwa Kiyanî, belgefîlma (Salek ji Şer) û programeke hevbeş a Rûdawê ya bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re xelat standin.

Ji wan her sê xelatên Rûdawê 2 jê zêrîn in û yek jê jî bronz e.

Birêvebirê Dijîtal Medyaya Rûdawê Birwa Kiyanî li merasîmê xelata zêrîn stand.

“Ez îro gelekî serbilind im”

Birwa Kiyanî destnîşan kir ev xelat di qada medyaya dîjîtal de rekoreke nû ye û got:

“Ez îro gelekî serbilind im ku li vê derê me.

Ev xelata zêrîn a Stevieyê ne tenê berhema min e, ev xelat nîşaneya xebatên bênavber ên tîma me ya mezin e û her wiha nîşaneya şiyana wan e.

Me bi hevdû re sînorên serkeftinên xwe yên qada dîjîtal berfireh kirin.

Ez gelekî kêfxweş im ku ez xwe wekî ciwanekî mînak ê Kurd dibînim ku li cîhanê di biwarên cuda de şopa xwe dihêle û dibe mînak.

Ev, di qada medyaya dîjîtal de dibe rekoreke nû.”

Birwa Kiyanî xelat stand

Li hêla din, belgefîlma (Salek ji Şer) ji aliyê nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman û Ehmed Umer ve li nava dilê şerê Ukrayna û Rûsyayê li sengerên şer hatiye girtin.

Belgefîlma Salek ji Şer xelata duyem a zêrîn a Stevieyê stand.

“Em dê rêya Şîfa Gerdiyê bişopînin”

Dilniya Rehman piştî ku xelata xwe stand wiha axivî:

“Ez gelekî serbilind im ku min wekî rojnamegereke Kurd xelata Stevieyê standiye.

Xwesteka min a ku ez dengê mirovên cuda bigihînim cîhanê bû wesîle.

Ez û Rûdaw, em dê rêya Şîfa Gerdiyê bişopînin ku dema şerê li Îraqê dişopand jiyana xwe feda kir.”

Nûçegihana Rûdawê Şîfa Gerdî 25ê Sibata 2017an dema ku operasyona li Mûsilê dişopand şehîd ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst