Ahmet Turk: Kurd jî êdî dibînin, bi çekan safî nabe

11-10-2024
Nîşan Ahmet Turk Çek Pêvajo Aştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk got, “Kurd jî êdî dibînin ku ev kar bi çekan nayê çareserkirin.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser nîqaşên “pêvajoya nû ya çareseriyê” ji rojnameya Soczuyê re axivî.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Piştî wê demê pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” rojeve sereke ye.

Ahmet Turk nêrîna xwe ya li ser silava Bahçelî wiha anî zimên:

“Di encama avêtina pêngavên rast de pirsgirêk jî çênabe.

Hêviya me ew e ku aştiyeke birûmet pêk bê.

Em siyasetekê dimeşînin ku hemû welatiyên Tirkiyeyê û Kurdan hemêz dike."

“Ev kar bi çekan nayê çareserkirin”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar kir ku “çek ne çare ye” û got: “Kurd jî êdî dibînin ku ev kar bi çekan nayê çareserkirin.”

“Divê em zêde mezin nekin”

Ahmet Turk li ser egera destpêkirina pêvajoyeke nû da zanîn:

“Em nizanin û dê wext vê yekê nîşan bide. Divê em van daxuyaniyan ne bê qîmet bibînin ne jî wan zêde mezin bikin.”

Devlet Bahçelî piştî silavdayîna xwe ji DEM Partiye re gotibû ku bibe “partiyeke Tirkiyeyê.”

Ahmet Turk bi van gotinan bersiv da Bahçelî:

“Em ji destpêkê ve partiyeke Tirkiyeyê ne. Eger na çi karê me li Parlamento û şaredariyan heye?

Lê derxistina rastiyên Tirkiyeyê jî berpirsyariyek e.

Bawerî û nasnameyên cuda hene. Ma dema we ev yek parastin hûn ji partîbûna Tirkiyeyê derdikevin?”

“Destûreke demokratîk pêwîst e”

Ahmet Turk amaje bi hewlên AK Partiyê yên ji bo destûreke nû jî da û got:

“Destûreke demokratîk pêwîst e lê ev yek tenê bi gotinan nabe.

Divê siyasetmedar li aliyekî civakê jî amade bikin.

Eger hûn civakê li gel medyayê ji bo vê yekê amade nekin hûn nikarin çareser bikin.

Divê ji testa jidilbûnê derbas bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst