Êrişî karkerên ji Amedê hat kirin: Gelek birîndar hene!

Duh li 08:33
Nîşan Dîlok Êriş Karker Amedî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê komekê êrişî karkerên avahîsaziyê yên Amedî kir.

Di êrişê de 10 karkerên Amedî birîndar bûn ku birînên 3yan ji wan giran in.

Bûyerê li gundê Atalar Kartalê yê navçeya Nurdaxiyê rû da.

Li gorî agahiyan, xizmên muxtarê gund hewl da û kel û pelên karkeran bidizin lê karkeran ew girtin.

Piştî wê komeke ku ji 50 kesî pêk tê êrişî karkerên ji Amedê kir.

10 karker birîndar bûn ku birînên Şahan Devran, Hayrettîn Devran ve Abdulsena Tepe xedar in.

Tê gotin ku cerdevanana jî êrişî karkerên Amedî kiriye.

Tedawiya birîndaran li nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê didome.

Li hêla din, hat zanîn ku êrişkar piştî îfadeyên xwe hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst