‘Ocalan bi Qendîlê re axivî’

11-10-2024
Nîşan Ocalan Qendîl Axaftin Amberîn Zaman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Amberîn Zamanê got ku Abdullah Ocalan bi Qendîlê re hevdîtin kiriye.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Piştî wê demê pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” rojeve sereke ye.

Amberîn Zamanê di nûçeya xwe ya di Al-Monitorê de got, “Destûr hat dayîn ku Ocalan bi lîderên PKKyê yên li Qendîlê re biaxive.”

“Dem hatiye”

Li gorî çavkaniyên ku ji Amberîn Zamanê re axivîne, Ocalan ji Qendîlê re gotiye, “Dema wê hatiye ku li ser danîna çekan muzakere bên kirin.”

Çavkaniyeke din jî ji Amberînê re gotiye, “Bahçelî diyaloga bi Kurdan re qebûl nake lê vê carê pêşî wî xwe gihand raya giştî.

Erdogan bi vê yekê dibêje, ‘Em cidî ne, rê li ber me nagire.’”

Çavkaniyên ku ji Amberînê re axivîne diyar kiriye ku hevdîtina Ocalan û Qendîlê “ne bê pirsgirêk” bûye lê çavkaniyan behsa naveroka pirsgirêkan nekiriye.

Çavkaniyekê jî gotiye, “Dema yên li Qendîlê li ser çarenivîsa xwe axivîne Ocalan hêrs bûye û telefon girtiye.”

Çavkaniyekê jî ev hevdîtin bi rengê “Em dikarin bibêjin ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye” şîrove kiriye.

Li gorî nûçeya Amberîn Zamanê, Ocalan bi rêya WhatsAppê bi Qendîlê re axiviye.

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Bahçelî rahişt destê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik.

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê got:

“Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin.”

Bahçelî vê hefteyê jî di civîna partiya xwe de armanca xwe ya çûna cem DEM Partiyê eşkere kir û got:

“Destê ku min dirêjî wan (DEM Partiyê) kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin’ bû.

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.”

Erdogan jî doh li ser silava Devlet Bahçelî got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

Ev helwest û daxuyaniyên Bahçelî niha rojeva germ in û pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” tê kirin?

Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê li ser mijarê got, “Ew li pey lîstikên nû ne, eger aştiyê dixwazin Îmralî li wir e. ”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser mijarê axivî û wê anî zimên, “Silavdayîn pir bi qîmet e lê ji bo şîrovekirinê hîn zû ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst