Rûdaw 3 xelatên cîhanî tîne Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê 3 xelatên Stevieyê distîne û tîne Hewlêrê.

Merasîma pêşkêşkirina xelatan dê îşev li bajarê Stenbolê were lidarxistin.

Birêvebirê Dîjîtal Medyaya Rûdawê Birwa Kiyanî, belgefîlma (Salek ji Şer) û programeke hevbeş a Rûdawê ya bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re xelat standin.

12 hezar dezgehên mezin ên navneteweyî bi kar û berhemên xwe berbijêrên xelatên Stevieyeyê bûn.

3 hezar û 600 pisporan berhemên ku ji bo xelatên Stevieyeyê hatibûn namzedkirin nirxandin.

Rûdawê 3 xelatên zêrîn û xelateke bronz a Stevieyeyê standin.

Rûdaw Dîjîtal

Ji wan her sê xelatên Rûdawê 2 jê zêrîn in û yek jê jî bronz e. Birêvebirê Dijîtal Medyaya Rûdawê Birwa Kiyanî xelata zêrîn standiye.

Birwa Kyanî kariye ku di warê serkeftîbûna medyaya civakî de bala komîteya xelatê bikişîne û xelata zêrîn bistîne.

Birwa Kiyanî li cihanê bûye yek birêvebirekî serkeftî yê di warê medyaya civakî de û xelata zêrîn a Stevieyê standiye.

Komîteyê li ser kar û xebata Birwa iyanî wiha dibêje:

“Nêrîna wî ya stratejîk û serkirdayetiya wî hêzeke bihêz daye Rûdawê di warê medyaya dijîtal a cihanê de.

Birêvebirê Rûdawê wisa kiriye ku postên Rûdawê ji 70-80 hezar kesî bigihên 500 heta 600 hezar kesî û Rûdaw li Facebookê 1 milyar temaşevanên wê hebin.”

Salek ji Şer

Belgefîlma (Salek ji Şer) ji aliyê nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman û Ehmed Umer ve li nava dilê şerê Ukrayna û Rûsyayê li sengerên şer hatiye girtin.

Belgefîlma Salek ji Şer xelata duyem a zêrîn a Stevieyê stand.

Berhema Rûdawê ji aliyê komîteya Stevieyeyê ve ew qas pûan standine ku ti saziya din li gorî sîstema pîvana Stevieyeyê ti berhem nikare bibe duyem û sêyem.

Komîteyê li ser belgefîlma Salek ji Şer a Dilniya Rehman û Ehmed Umer wiha got:

“Ev xebat bi eşq û  hezkirinê hatiye kirin.

Em dizanin girtin û montajkirina wê belgefîlmê çi qasî zehmet bûye. Belgefîlmeke gelekî baş e û divê her kes wê bibîne.”

Belgefîlm ji aliyê Birwa Umar ve hatiye montajkirin.

Her wiha komîteyê bangî Dilniya Rehman û Ehmed Umer jî kiriye û ji wan re wiha dibêje:

“Ji kerema xwe xebata xwe ya hêja ya ku hûn dikin bidomînin belgefîlm dilsoziya rojnamegerî, profesyonelî, rîskgirtinê ji bo dîtina rastiyê û çîrokbêjiya xurt nîşan dide.”

Perwerdekirina rojnamegerên jin

Xelata sêyem jî ji bo projeya hevbeş a Rûdawê û NYyê bûye. Di wê projeyê de ji bo jinên rojnameger ên li Îraq û Herêma Kurdistanê û perwerde hatiye dayîn.

Komîteya Steveyê bernameya Rûdawê hêjayî wergirtina xelata navneteweyî dîtiye û li ser xelatê wiha gotiye:

“Pêngaveke mezin e, ji ber ku ew yekem hevkarî ye di navbera dezgeheke ragihandinê ya Rojhilata Navîn û Neteweyên Yekbûyî de.

Di demekê de ku gelek dezgehên ragihandinê li ser wekheviya zayendî materyalan çêdikin Rûdaw ji bo ji holê rakirina vê newekheviyê di nava kar de ye û bi hêzkirina civakê destnîşaniyê bi guhertineke mezin dide.”

Xelata Stevieyê di warê medyayê de xelateke gelekî girîng a navneteweyî ye û pir bi prestîj e.

Heta niha dezgehên wekî CNN, NBC, Bloomberg û Al Jazeerayê xelatên Stevieyê standine.

Birêveberê Newsgatheringa Tora Medyayî ya Rûdawê Bêstûn Nûrî li ser xelatan wiha got:

“Rûdaw bi berdewamî geş dibe û karê xwe baştir dike. Em dê gavên mezintir biavêjin da ku li seranserê cîhanê bi bandortir bibin û bi pêş bikevin.”