DÊRSIM - Dewletê hilweşand gundî lê dikin: ‘Sala 1994an hat valakirin!’

Dêrsim (Rûdaw) - Gundiyên Markasorê yê navçeya Pilemûriyê ya parêzeha Dêrsimê, ji bo karibin bi hêsanî biçin gundê xwe li ser Çemê Pilemûriyê bi derfetên xwe pireke textî ava dikin.

Gundê Markasorê sala 1994an ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hat valakirin û pira li ser Çemê Pilemûriyê ya gundiyan jî hat ji aliyê leşkeran ve hat hilweşandin.

Piştî 30 salî qedexeya li ser gund rabû, tevî ku çend caran serî li saziyên hikûmî hat dayîn jî pira wan nehat çêkirin.

Piştî ku gundiyan hêviyên xwe ji dewletê birîn dest bi avakirina pira xwe kir.

Serokê Komeleya Hevkarî û Geşedanê ya Gundê Markasorê Hidir Bozdag got:

“30 sal in gund hatiye valakirin, me bêriya gundê xwe kir ku cihê ku em jê hesret mane ye, gundê ku em lê ji dayîk bûne û lê mezin bûne.

Em bi gundiyan re li hev civiyan û me biryara çêkirina vê pirê da. Ez jî serokê komeleyê me û me bi vî awayî dest pê kir.

Hefteyek e em dixebitin û hema hema ber qedandinê ye.

Ez hêvî dikim ku dewleta me jî dilgermiyê nîşan bide, li vir pirekê çêbike û rêya me veke, em jî spasiya dewletê bikin.”

Gundiyan derd û kulên xwe anîn ziman û diyar kir ku wan 30 salan wesiyeta miriyên xwe ya li gund spartina bi axê nikaribûne bînin cih û gelekî xemgîn in.

Gundiyan da zanîn ku her kesî miriyê xwe li cihekî veşartiye.

“Mezinên me got cenazeyên me bibin gund”

Gundiyê bi navê Huseyîn Aygul jî da zanîn:

“Sala 1994an gund hat şewitandin û pir hat hilweşandin. 30 sal in kes nikare here gundê xwe.

Kesî nikaribû cenazeyên xwe bibe gund, di cejnan de me nedikarî biçin ser goran, ma mafê me nîne em vê bikin?

Dema gund hat valakirin, mezinên me got cenazeyên me bibin gund û binax bikin lê me nekarî daxwaza kesekî bi cih bînin.”

Xelkê Markasorê dixwaze gundê wan wekî berî sala 1994an were avadenkirin û ew karibin gûzên xwe kom bikin, ajeldariyê bikin û mêşên hingivan xwedî bikin.

Gundiyekî din ê bi navê Huseyîn Denîz jî anî ziman:

“Em dixwazin dîsa vegerin gundê xwe, ajelan biçêrînin, rez û baxçeyan biçînin, gûzên xwe kom bikin.

Hêviya me ya ji dewletê alîkariya me bike, pira me nîne.

Ji bo çêkirina pirê berî 2-3 salan me serî li saziyan da lê belê kesî li ser çêkirin an jî çênekirinê ti bersiv neda.

Me dît ku pir nayê çêkirin û me bi derfetên xwe dest bi çêkirina vê pirê kir.”

“Kevir li ser kevir nema”

Hidir Karabulutê şêniyê gund jî got:

“Li gundê me ji 500î zêdetir ajel hebûn, her kesî mêş xwedî dikir.

Gûz şîn dibûn lê hat bombebarankirin û kevir li ser kevir nema.

Rêya me jî nîne û pira me jî nîne. Me bi alîkariya komeleyê ev pir çêkir.”

Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan, li Bakurê Kurdistanê di salên 90î de ji ber şer zêdetirî 3 hezar û 700 gund ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û Kurdan neçarî koçî bajaran û metropolên Tirkiyeyê kir.

Koçberiya ji gundan û nemana çandinî û ajeldariyê zerereke zêde da aboriya Kurdan.

Piraniya gundên hatin valakirin careke din nehatin avakirin û niha li metropolên Tirkiyeyê bi milyonan Kurd dijîn ku ji neçarî û ji ber zordariyê koç kiribûn.