ÊLIH - Otomobîlek li kamyonetekê qelibî: Kesek mir û 2 kes birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li kamyonetekê qelibî û di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Êlih û navçeya wê Hezoyê doh bi şev otomobîlek li kamyonetekê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman 3 kesên ku di otomobîlê de asê mabûn derxistin.

Hat ragihandin ku şofêrê otomobîlê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîman her du kesên birîndar jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê.