Li Qersê hirçan êrişî gundiyan kir: 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya Qersa Bakurê Kurdistanê, hirçan êrişî gundekî kir û 3 kes birîndar kirin.

Li gundê Salûtê yê Qamûşanê sibeha roja sêşemê hirç daketin nav gund û hirçan êrişî gundiyan kir.

Di encamê de gundiyên bi navê Onur Çavur, Enes Çavur û Ozgur Kaya birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qamûşanê û tên dermankirin.

Li gundên Qamûşanê gelek caran hirçên ku ji daristanê dadikevin êrişî gundî û şivanan dikin.