Li Çiyayê Agiriyê berf dibare
Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî cihên bilind berfê dest pê kiriye.
Li Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye berf û pûkê dest pê kiriye û erd spî bûye.
Bi hatina payîzê re pileya germê li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê daketiye û li cihên bilind û Çiyayê Agiriyê car car berf û pûk dibare.
Ji cihê kampê ku 4 hezar û 200 metre bilind e û heta deverên ku ji asta deryayê bilind 2 hezar metreyan in berfê dest pê kiriye û car car pûk dibare û dibe ba û bapêç.
Dîmenên hespên ku kelûpelên çiyageran jî hilgirtine bi telefonê hatin girtin.