Li Dêrsimê dîsa qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev hatin qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsimê derbarê qedexeyan de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê ji demjimêr 00:01ê 12ê Çiriya Pêşîn a 2023yan heta demjimêr 23:59ê 15ê Çiriya Pêşîn a 2023yan 4 rojan hemû cur çalakiyên wekî civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana konan û çalakiyên din ên li parêzgeha Dêrsimê qedexe ne.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya xwe de îdia kiri ye ku ev qedexe bi armanca “parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewê, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din” biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cûda yên ewlehiyê qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan bi berdewamî tê dirêjkirin.