Li Amedê kesekî bi çekê êrişî çend kargehan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, şeva borî ji ber sedemeke ne diyar kesekî gule li çend kargehan reşandin. 

Li Kolana Mehabadê ya navçeya Peyasê, kesekî ku nehat zanîn kî ye, bi çekê êrişî ser çend kargehan kir.

Di êrîşê de camên kargehan şikestin.

Di dema êrişê de mişteriyên li kargehan rûniştibûn tirsiyan û wan xwe di bin maseyan de veşart.

Dîmenên dema êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên kargehan ve hatine tomarkirin.

Hat zanîn ku êrîşkar piştî bûyerê xwe radestî polîsan kiriye.