Mêrdîn: Cerdevanekî hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya parêzgeha Mêrdînê cerdevanekî hevjîna xwe bi çek kuşt.

Li gorî zanyariyên Ajansa Mezopotamyayê roja Sêşemê li gundê Xirbetawê ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê cerdevanekî hevjîna xwe bi çek kuşt.

Di navbera gundparêzê bi navê Îsmaîl Yildirim û hevjîna wî Zehra Yildirimê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê gundparêzê navborî hevjîna xwe bi çek kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendermeyan çûn cihê bûyerê û Îsmaîl Yilidirim desteserkirin.

Cenazeyê Zehra Yildirimê piştî karûbarên otopsiyê radestî malbata wê hat kirin.

Hat ragihandin ku li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li gor agahiyan Îsmaîl Yildirim berî ku hevjîna xwe bikuje çend caran tundûtûjî li wê dikir û li wê dida.