Nêçîrvan Barzanî: Çareseriya bingehîn a pirsgirêkan pêkanîna sistema federal e

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Amerîka Victoria Taylor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku çareseriya bingehîn a pirsgirêkên Îraqê pêkanîna sistema federal e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê şandeyeke Amerîkayê ya bi serokatiya Alîkara Wezîrê Karên Derve ya wî welatî Victoria Taylorê qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên li Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, herwiha her du aliyan behsa mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir. 

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku "çareseriya bingehîn a pirsgirêkên ewlehî û aboriya Îraqê li ser ferzkirin û pêkanîna sistema federal e.”

Li gorî daxuyaniyê, şandeya mêvan jî li ser vê mijarê di heman nêrînê de bûye.

Şandeya Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da.

Herwiha wê şandeyê diyar kir ku ew sermayedarên Amerîkayî ji bo veberhênana li Îraq û Herêma Kurdistanê han didin.

Di beşeke din a civînê de bihêzkirina pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhateyên dawî yên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst