Alîkara Hevserokên DBPyê hat girtin

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan DBP Zekiye Îlbasan Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Alîkara Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat girtin.

Li navçeya Rezanê ya Amedê, roja 9ê Çiriya Pêşînê hejmarek xelk û siyasetmedarên Kurd bi armanca protestokirina salvegera roja derketina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê li Parka Koşuyoluyê kom bû.

Polîsan rê neda çalakiyê û di aloziyan de 104 kes hatin desteserkirin.

103 kesên ku hatibûn desteserkirin li Rêveberiya Ewelehiya Amedê hatin berdan.

Hêzên ewlehiyê Alîkara Hevserokên DBPyê Zekiye Îlbasan duh şand dadgehê.

Dadgehê derbarê Zekiye Îlbasanê de biryara girtinê da.

"Hewldaneke qirkirina siyasî ye"

DBPyê têkildarî girtina Îlbasanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da:

“Alîkara Hevserokên me Zekiye Îlbasan duh li Amedê di çalakiya komploya 9ê Çiriya Pêşînê de hat desteserkirin û îro jî hat girtin.

Girtina hevala me li dijî çalakiya me ya bibiryar, hewldaneke qirkirina siyasî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst