Galeriya wêneyan

11-10-2022
11 Photos
Bilind T. Abdullah

Li taxa Custe ya Akrê ji ber ku komek xwebexş dîwaran bi kulîlkan dixemilînin bihayê xaniyan zêde bûn. Şaredariya Akrê ji Rûdawê re ragihand, niha hinek rûniştvanên taxê ji bihayên berê zêdetir daxwaza pereyan dikin.

Koma BoJin a ku ji 7 kesan pêk tê, mehek e bi xwebexşî kuçe û kolanên taxa custe ya Akrê bi boyaxê dixemilînin. Li aliyê din şêniyên taxê ji bo ku xaniyên xwe bifroşin tabelayên ku berê daleqandibûn, niha dadixînin.

Endamê Koma Bojînê Beşîr Elî jî got, "Bi vê yekê em bû sedem ku buhayê xaniyên taxê zêde bibin û bala geştiyaran kişand ser xwe. Armanca me ew e ku Akrê jî weke Mêrdînê bikin bajarekî turîstîk."

Berdevkê Şaredariya Akrê Zêrevan Kamo dildarên ku tax boyax kirin û nûjen kirin pîroz kir û got “Em ê piştgirî û alîkariya her kesê ku karibe mal û taxên Akrê nûjen bike bikin. Ew kom karîbû bala geştiyaran bikişîne û li gorî mehên berê bihayê xaniyan zêde bûye.”

Berdevkê şaredariya Akrê da zanîn ku heta niha 40 xanî li Akrê hatine nûjenkirin û got: “Her kesê ku xaniyên xwe bi awayê kevin nûjen bike, hikûmet dê her metrekareyekê 150 hezar dînar bide.”

Taxa Custê yek ji taxên herî kevn ên navçeya Akrê ye û berê cihû lê dijiyan.

 

Wêne: Bilind Tahir Ebdullah / Rûdaw