75 roj in li ser hev ava Wêstgeha Elok li ser Hesekê hatiye birrîn

Hewlêr (Rûdaw) – Ev 75 roj in ku ava Wêstgeha Elok careke din ji ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hate qutkirin.

Ji 9ê Cotmeha 019 ve ku Tirkiyê û grûpên çekdar navçeya Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin, heta 10ê Cotmeha 2022 bêhtir ji 30 caran ava Wêstgeha Elok li rojavayê bajarê Serê Kaniyê, ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye qutkirin.

Rêveberê Saziya Avê ya ser bi Hikûmeta Sûriyê li bajarê Hesekê Mehmûd Ugle, ragihandku hêj Wêstgeha Elok ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve rawestiyayî ye û av jî hatiye birrîn.

Cara dawî ku av hatiye qutkirin, ev bû 75 roj li ser hev ku, ava Wêstgeha Elok li ser Hesekê hatiye birrîn.

Wêstgeha Elok 24 bîran li xwe digire, û 12 pompên wê yên asoyî hene. Di rewşa asayî de derdora 70 hezar metre sêca rojane avê dide.

Birrîna ava Wêstgeha Elok, bêhtir ji 1 milyon welatiyên Hesekê û gundewarê rojavayê wî bajarî, ji avê bêbehr dike.

Hikûmeta Sûriyê ragihandiye ku Heyva Sor bi piştevaniya Rêxistina Kar li dijî Birçîbûnê 400 tankerên avê ji bo Hesekê dabîn dike.

Her dapoyek 5 metre sêca avê, li xwe digire. 50 tankerên avê ji bo navendên hewandina koçberan hatine dabînkirin. Di nava 2 mehan de, 150.000 metre sêca av, ji bo nişteciyên bajêr hatine dabînkirin.

Ji bo çareserkirineke demkî û lezgîn ji vê pirsgirêkê re, saziyên Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve, û saziyên hikûmeta Sûriyê ji aliyekî din ve, radigihînin ku ew bi tankeran ava vexwarinê li ser welatiyan dabeş dikin.

Nirxê kirîna her ava tankeran ji bo her 1 hezar lître av, 7 hezar heta 8 hezar lîreyên Sûrî ye.

Li gor zanyariyên ku bajarê Hesekê bi dest Rûdawê ketine, ava ku bi tankeran tê dabeşkirin pîs e û dibe hokarek ji bo zêdebûna nexweşiya Kolêrayê.

Zanyariyên bijîşkî yên bidestketî, ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê, tekez  dikin û ku rêjeya tûşbûna bi Kolêrayê li navçeyên Rêveberiya Xweser zêde bûye: “9,751 nexweş berguman in ku bi kolêra bin. 142 nexweş tekez bûye ku bi kolêrayê ketine. 23 nexweşan canên xwe jidest dane.”