Li Kilîsê bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 3 kes hatin desteserkirin

11-10-2022
RÛDAW
Nîşan Kilîs Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta qaçaxçitiya koçberan kirine 3 kes hatin desteserkirin û 2 koçberên Sûrî hatin desteserkirin.

Parêzgariya Kilîsê ragihand, îro 11ê Cotmehê li Taxa Ekrem Çetin 2 welatiyên Sûrî ku bi qaçaxî derbasî Kilîsê bûbûn hatin desteserkirin û welatiyên Tirkiyê M.E.Y, A.E.Y. û M.E.Y.  ku qaçaxçitiya koçberan kiribûn hatin desteserkirin.

Her 2 koçberên Sûrî piştî karên yasayî bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Kilîsê hatin desteserkirin.

Welatiyên Tirkiyê M.E.Y, A.E.Y. û M.E.Y. jî ku bi hinceta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin, bo Rêveberiya Ewlekariya Kilîsê hatin birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst