Li Girê Spî berpirsekî DAIŞê di êrişeke dronî de hat kuştin

11-10-2022
Loloxan
Li Girê Spî berpirsekî DAIŞê di êrişeke dronî de hat kuştin
Li Girê Spî berpirsekî DAIŞê di êrişeke dronî de hat kuştin
Nîşan Girê Spî Êrişên bi Dronan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Til Hemmama Turkmen ê li navçeya Girê Sipî li bakurê Reqayê ku di bin kontrola Tirkiyê de ye, dronekê bi gotina xelkê navçeyê ku dibe ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê be, berpirsê DAIŞê yê bi navê Emmar Elî el-Yehya li ser motorsikletekî kir armanc û di encam de şewitî.

Nişteciyê Girê Sipiyê Ismaîl el-Berho got "Me dengê firokeyekê li asmanê Til Hemmama Turkman bihîst, mûşekek hat xwarê, piştî kêliyekê mûşekeke din jî li pey hat xwarê, dema em çûn cihê bûyerê, me termekî şewitî dît. Herwiha kedkareke çinîna pembo jî birîndar bû. Piştre em ji malên me derxistin, ji ber em nêzîkê bûyerê bûn, niha em li bajarokê Silûk bicîh bûne."

Ji destpêka 2022ê ve û heta niha, Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li Sûriyê 7 serkirde û berpirsên DAIŞ û Qaîde kuştine:

3ê Sibatê Xelîfeyê DAIŞê Ebû Ibrahîm el-Haşimî el-Qureşî li Idlibê.

16ê Hezîranê Waliyê Reqayê yê DAIŞê Hanî Ehmed el-Kurdî li Cerablusa bakurê rojhilatê Helebê.

2ê Temûzê serkirdeyê Hurras el-Dîn ser bi Qaîde Ebû Hemze el-Yemenî li Idlibê.

12ê Temûzê serkirdeyê DAIŞê li Sûriyê Mahir el-Igal li Cendirêsa Efrînê.

6ê Cotmehê berpirsê karûbarên lojîstîkê yê DAIŞê li Cezîra Rojavayê Kurdistanê Rakan Wehîd el-Şemerî li başûrê Qamişlo.

7ê Cotmehê serkirdeyê DAIŞê li bakurê Sûriyê Ebû Haşim el-Umewî li Cerablusa bakurê rojhilatê Helebê.

10ê Cotmehê jî berpirsê DAIŞê li Girê Sipî li gundê Til Hemmama Turkmin li bakurê Reqayê.

Li gor çavdêrên peywendîdar, ji ber Tirkiye li gel Rûsya pêbendê cîbicîhkirina rêkeftinên Soçî û Astanayê nebûye,  derbarê girtin, radestkirin, kuştin û jinavbirina grûp û serkirdeyên tundrew ên cîhadî yên DAIŞ û Qaîde li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê, hevdem derbarê heman pirsê de jî ligel Amerîkayê di çarçoveya NATOyê de pêbend nebûye,  Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê neçar bûye operasyonên taybet bi kuştina wan serkirdeyan li bakurê Sûriyê pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst